Roj TV de Program Avrupa saatiylen 15:30
Uzun bir aradan sonra tekrar beraberiz...
1 Eylül Dünya Barış Günü ile Beraber Yeni Album ve Sitemle Sizlerleyim...
Batman Konserindeydim
22.08.2007 tarihinde Batman Konserindeydim...




Katkılarından dolayı KurdShow.com'a Teşekkürler...
 
Kurdî   Türkçe   Germany   
           
 Hesreta Welat

HESRETA WELAT

Dayê ez bûm dilşewat
Ji ber evîna welat
Heliyam ez qediyam ez
Ji ber hesreta welat

Dayê jiyan dijwar e
Li van ciyên biyanî
Nema sebr û tehmûla min
Aciz bûme j’ vî canî

Sal buhurîn j’ emrê min
Qet kêm nebû derdê min
Tirsim bimrim te nebînim
Mixabin welatê min

Gotin û muzîk: Mustafa Gazî

 

   

Bejna Zirav

Bejna zirav cu nav Guzan bejne bejne bejna min
Bejna zirav cu nav Guzan bejne bejne wez heyran
Guz cekiri havit kizan bejne bejne bejna min
Guz cekiri havit kizan bejne bejne wez heyran

Bejna zirav tu ber tukan bejne bejne bejna min
Bejna zirav tu ber tukan bejne wez heyran
Tu jekiri havit bukan bejne bejne bejna min
Tu jekiri havit bukan bejne bejne wez heyran

Gotin: Geliri
Herem: Karakocan (DEP)
Berhevkirin:Zinar Sozdar

Bêri

Rinda min hati bêriyê
Elba sir daye siyê
Sivan lawkê xelkê bu
Pez daye ser bêriyê

Hey bêri bêri bêri
Dilem ket sara sêri
Nedan lawkê deng bêje
Dan kalê kûm kilêri

Rindamin ji rinda rinde
Tim gula nava gunde
Hatim te birevinim
Seva res boyme notte
Disgotin

Xani yê rindê korte
Dilopan sorte sorte
Davet hati berdêri
Megire zava xorte
Disgotin

                    Gotin û Muzik:Geleri
   

Bilbil

Ey bilbilê serê darê
Ka bêje halê min yarê
Bextê tême  wê bibinee
Silavên min bigihine
Bêje yarê te bisine
Bê wê yarê nikam bijim

Ey bilbilê nava gulan
Eji li nav der û kula
Wak masiyê bê av nabe
Wek ezmanê bê tav nabe
Zarokê bê dê û bav nabi
Bê wê yarê nikam bijim

Ey bilbilê nav Zinar an
Eji li nav pêt û aran
Ev çi agir ez tê dame
Ev çi hesret ez pê çame
Xewnê şeva li min herame
Bê wê yarê ez nikam bijim

Gotin û Muzik: Ahmet Akbas

                                              

Bûkê

Cavên bûkê hebê tirî
Heb li hebê nê dabirî
Bukê hat li min rabiri
Min di du da berda girî
Lê lê bûkê cav res bûkê

Lê lê bûkê cav res bûkê
Rindikê wek kewokê
Xwesikê wek semokê
Ez dimirim tuyê cibiki

Bûkê werim herin Dirban
Mal û milkêm hemi ji tera
Sewa xwetrê te ximsikê
Gayê sorik dikim qurban
Lê lê bûkê cav res bûkê

Baran bari erd sil nekir
Roje lêxist tew za nekir
Seba cavên res û belek
Esirê Dersim hevdu qir kir
Lê lê bûkê cav res bûkê

Gotin û Muzik: Ali Baran

                                              
   

Dawetê

Dawetê lo dawete dengê xwe ji gundê metê
Dawetê lo dawete dengê xwe ji gundê metê
Ev sah u sabuneke de rabin vê dawetê
Ev sah u sabuneke de rabin vê dawetê

Daweta kurdaye serême pê hejaye
Ev daweta kurdaye serême pê hêjaye
Ev roja wa xortaye de rabun va dawetê
Ev roja wa kecaye de rabun va dawetê
-disgotin-

Dawetik pir sirine kec û xort lê civine
Dawetik pir sirine kec û xort lê civine
Bawerkin ji wera mizgine de rabin va dawetê
Bawerkin ji wera mizgine de rabin va dawetê
-disgotin-

                       Gotin û Muzik: Adnan Dilbirin

Dayikê

Rê dure ez te nabinim
Histêrê çavan barinim
Rojên tari şevên bi xevn
Te pêve kesi nabinim

Dayikê sebra dilê min
Dayikê hisrên çavên min
Gorite bi ev canê min
Dayikê derd û kulên min

Xeribi limin tê ye zor
Cibkim tu ji min gelkê dur
Dixazim warim ditna te
Gulki bidim te bi rengê sor

Nakarat

Sirê xwe te ez mêjandim
Lorika te ez lorandim
Felekê em ji hev durxistin
Durketna te ez helandim

Nakarat

                                    Gotin û Muzik:
   

Domamê

Serê min dieşe dilê min pê ra
Kesek tune cewabek bide domam ra
Xwezla yeki mizgîna xerê bianîya
Bigota domamê hat, hekîm pe ra

Domam xwezla buhara me bihata
Belekê berfê li rîya me hilata
Minê destê domama xwe bigirta
Nav welatê bav û  kalan bigerîya
Domamê lê domamê, delalê le domamê
şerînê le domamê, sebram domamê

Domam agirê dilê min didu ne
Yek tu yî, yek Kurdistana rengîn e
Ortê dilê me de kî xeberbide
Bila xwedê rih û can lê bistîne

Domam xwezla buhara me bihata
Belekê  berfê li rîya me hilata
Minê destê delala xwe bigirta
Nav welatê  bav û kalan bigerîya
Domamê lê domamê, şerînê le domamê,
delalê le domamê, sebram domamê

Gotin û Muzik: Dilovan

                              

Dotmamê Canê

Silavan dikim li te Dotmamê
Halê ciye ez bi heyranê
Ez ji te durim lê dil nêzike
Tên ber cavên min cavên beleke

Dotmamê canê ez bi heyranê
Xwesi tuneye bê Kurdistanê

Dotmamê canê tu sebra dilâ
Lê girantire derdê Kurdistan
Parce kirinê welatê sêrin
Em bindest mane jar û pêrisan
-disgotin-

Vêneyi te tim bercavê mine
Navê tey sêrin helbasta mine
Cavên res belek reng esmera min
Li cihan bê te nayê sebra min
-disgotin-

                      Gotin û Muzik: Brindar
   

Helepçe

Digrim dinalim wek neya xemgin
Rewşa helepce dinivsim bi xwîn
Ciya û zozan çem û dar dev
Limin guhdarin bimin re digerin

Bi minre digîrin jinên pêrîşan
Zarokên sir mij kal û nucîwan
Bi dengê Xemgin hemmî dinalin
Tembur û deng bêj hist û ristevan

Welat ketîye bin pençê neyaran
Li şuna baranê tên gulle baran
Agir û şewat talan û kuştin
Sore ji xwînê sîya Zinar an

                                      Gotin û Muzik: Koma Botan (Kobani)

Kula Evinê

 Evîn derdek dijwar e
Dilê b’ evîn birîndar e
Birîna dil xedar e
Dil bi qêrîn û hewar e

-dîsgotin-
Ey felekê binêr l’ halê min
Vê evînê xwar goştê canê min
Vê bêbextiyê ez helandim
Bes e derkev j’ nav baxçê dilê min

İstêr j' çavê m' tên xwarê
Wek barana vê buharê
Gula dilê min çilmisî
Ji ber bêbextiya yarê
-dîsgotin-

Gotin û Muzik: Zinar Sozdar
   

Lo Miro

Min li ser pira  temranè lo miro lo miro lo miro lo
Min li ser pira temranè lo berxo dimrim ji bo derdè te
Deng te dengè cotwanan lo miro lo miro lomiro lo
Deng tè dengè cotwanan  tereso dimrim ji bo derdè te
Yaramin berivane lo miro lo miro lo miro lo
Yaramin berivane bè bexto dimrim ji bo derdè te

Min li ber benda lowiyan  lo miro lo miro lo miro lo
Min li ber benda lowiyan  lo berxo dimrim ji bo derdè te
Qetiya  qorè moriyan lo miro lo miro lo miro lo
Qetya qorè moriyan terso dimrim ji bo derdè te
Yar xezala li çiyan lo miro lo miro lo miro lo
Yar xezala li çiyan bè bexto dimrim ji bo derdè te

Min li ber  benda balcanan lo miro lo miro lo miro lo
Min li ber benda balcanan  lo berxo dimrim ji bo derdè te
Qetiya qorè mircanan  lo miro lo miro lo miro lo
Qetiya qorè mircanan tereso dimrim ji bo derdè te
Yar sosina li çiyan lo miro lo miro lo miro lo
Yar sosina li çiyan  bè bexto dimrim ji bo derdè te

Gotin û Muzik: Geleri
Herem: DEP(Karakocan)

Wi dilo yeman

Işev şeva ve biharê wi dilo yemman...
Işev şeva ve biharê zeryê kilê cavê teme
Cilan daynin binê darê wi dilo yemman...
Cilan daynin binê darê zeryê kilê cavê teme
Xev ji xaşe paşlê yarê wi dilo yemman...
Xev ji xaşe paşlê yarê zeryê kilê cavê teme

Işev şeva ve payizê wi dilo yemman...
Işev şeva ve payizê zeryê kilê cavê teme
Cilan daynin binê guzê wi dilo yemman...
Cilan daynin binê guzê zeryê kilê cavê teme
Xev ji xase pasla qîzê wi dilo yemman...
Xev ji xase pasla qîzê zeryê kilê cavê teme

Gotin û Muzik : Geleri
Herem: Dep (Karakocan)
Berhevkirin: Zinar Sozdar

Copyright © Zinar SOZDAR Menejer: Avasin Tel: 05384556990